Di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn
Di têkoşîna azadiyê de yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Ömer Öcalan ê DEM Partiyê got: "Em ê doza wan bidomînin."


Xwendina rehet
Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya Bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER), ji bo Mehmet Baran (Rêzan) ku di 2000’î de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da, Mehmet Kutluk (Hasan) ku di 1997’î de li Botanê jiyana xwe ji dest da, Hasibe Karataş (Berivan) ku di 1994’î de li Hezoyê jiyana xwe ji dest da, Derweş Sağ (Çekdar) ku di 1996’î de li Sêrtê jiyana xwe ji dest da, İhsan Akay (Nurhak) ku di 1992’î de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, Leyla Kaplan (Berçem) ku di 1992’î de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da, Turan Yorulmaz (Said) ku di 1998’î de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da, Zahir Yön (Amed) ku di 1993’î de li herêma Mışar a Botanê jiyana xwe ji dest da, Muzzafer Çelik (Zerdeşt) ku di 1998’î de li herêma Çırav a Botanê jiyana xwe ji dest da, Yılmaz Çelik (Demhat) ku di 1999’î de li navçeya Şax (Çatak) a Wanê jiyana xwe ji dest da, Kasım Sağ (Selim) ku di 1989’î de li Gabarê jiyana xwe ji dest da û Esad Kaya (Ehmed) ku di 1995’î de li navçeya Qûbîn a Elihê jiyana xwe ji dest da, mewlûd da.
Mewlûda ku li Mala Taziyan a Sırrı Süreyya Önder a li navçeya Mısırcê (Kurtalan) hat dayîn, malbat, siyasetmedar û nûnerên saziyan bi awayekî komelî beşdar bûn. Li şûna mewlûdê, meş hat lidarxistin. Di mewlûda ku bi rawestana rêzgirtinê dest pê kir de, Parlamentera Sêrtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Sebahat Erdoğan Sarıtaş axivî û got: “Çiqas behsa wan kesên ku canê xwe di vê rêyê de feda kirine bikin jî têr nake. Gelê kurd gelek bedelan da û hê jî dide. Em ê li ser rêça wan bimeşin.”
‘DIVÊ EM DI SÎYASETÊ DE TÊKOŞÎNEKE MEZIN BIDIN’
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ömer Öcalan jî diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê heta niha bi bedelên pir giran hatiye. Ömer Öcalan wiha got: “Serokê Gelê Kurd 27 sal e di girtîgehê de tê girtin. Serok Apo her dem dibêje ‘PKK partiya şehîdan e’. Divê jin, zarok, ciwan û hemû beşên civakê bi hesasiyeteke mezin nêzî vê têkoşînê û van şehîdan bibin. PKK, 50 salan hemû kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn li hev civandin. Ev tevger bi bedelên mezin gihîştiye vê xalê. 41 sal in têkoşîna çekdarî tê meşandin. Ev ji bo me pir bi qîmet û pîroz e. Lê em ê tu carî ji têkoşîna xwe dest bernedin; berevajî, em ê wê bêtir mezin bikin. Em weke siyasetê dikevin serdemeke nû. Bêguman ev bi saya têkoşîna dayikên şehîdan û malbatên şehîdan pêk hat. Salên dirêj li Kurdistanê polîtîkayên koçberiyê hatin sepandin û li gelek cihan hê jî tên sepandin. Lê divê êdî ev yek bê rawestandin. Siyaseta ku em îro dimeşînin, bi saya têkoşîna şehîdan pêk hatiye. Kes dernekeve û nebêje ‘Ez bi ked û xebata xwe gihîştime vê xalê’. Bêguman her hevalê me li cihê xwe têkoşînê dide, ev jî ji bo me bi qîmet e. Em hemû bedelên Kurdistanê li ber çavan digirin. Divê em di siyasetê de têkoşîneke mezin bidin.”
‘EWAN NAVÊ VÊ ERDNÎGARIYÊ KIRIN KURDISTAN’
Ömer Öcalan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku her gelî xwedî nirxên xwe ye, bêguman kurd jî xwedî nirxên xwe ne. Mafê her gelî çi ye, mafê kurdan jî ew e. Îro li dijî me şerekî navxweyî yê taybet tê meşandin. Lê Rêberî dixwaze rêyeke nû ava bike. Divê em weke gel ji bîr nekin ku siyaset û têkoşîn her roj diguhere. Digel vê yekê, divê em îmkanên mezin ên li pêşiya xwe jî li ber çavan bigirin. Kurd ji şer hez nakin. Lê hatibû wê xalê ku hemû rêyên kurdan hatibûn girtin û neçar mabûn ku dest bidin çekê. Em ê ala wan bêtir bilind bikin. Ewan navê vê erdnîgariyê kirin Kurdistan. Em ê ji bo aştiyê bixebitin. Eger dîsa belayek were serê me, em ê li hember wê jî têkoşînê bidin. Serê Serokê me û hemû malbatên me sax be. Em ê doza wan bidomînin.”
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin. Piştre kesekî axivî û êş û janên xwe bi kilama dengbêjî anî ziman.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Kurdistan




