Rapora NYê: Ji sedî 93ê jinên ku rastî şîdetê tên serî li polîsan nadin


Li gorî rapora UN Womenê, li cîhanê nêzî ji sê yekê jinan rastî şîdeta fizîkî an zayendî tên, lê tenê ji sedî 7 serî li polîsan didin. Di 2025an de 47 hezar jin û keç ji aliyê nêzîkên xwe ve hatin qetilkirin.
Li gorî rapora bi navê "Gihîştina Jinên Rastî Şîdetê Hatine bi Edaletê" ya ku Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) di 23yê Mijdarê de weşand, li seranserê cîhanê nêzî ji sê yekê jinên di navbera 15-49 salî de rastî şîdeta fizîkî an zayendî hatin. Tenê ji sedî 7ê jinên ku rastî şîdetê hatin serî li hêzên ewlehiyê dan.
Di raporê de hat diyarkirin ku tenê çaryeka jinên ku rastî şîdetê tên ji bo rizgarbûna ji şîdetê li piştgiriyê digerin û ev rêje li gelek welatan bi demê re kêm bûye. Di nav sedemên ku jin serî li polîsan nadin de bêbaweriya bi hêzên ewlehiyê û fikara ku pêvajoya qanûnî dikare bi taybetî şîdeta di nav malê de zêdetir bike hatin nîşandan.
Li gorî daneyên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, ji sedî 64ê jinên ku rastî şîdeta fizîkî an zayendî hatine tiştên ku jiyane bi nêzîkên xwe re parve dikin, lê tenê ji sedî 14 serî li polîsan didin.
Piraniya dozan bê ceza dimînin
Di raporê de hat tekezkirin ku her çend jin serî li edaletê bidin jî, lêpirsîn di pêvajoyê de tên girtin, doz bi cezakirinê bi dawî nabin an jî bûyerên şîdetê li derveyî pergala edaletê dimînin. Hat diyarkirin ku ji sedî 63 heta 97ê bûyerên şîdeta hevjîn û hevalên nêzîk ên ku hatine ragihandin bi cezakirinê bi dawî nabin.
Di 2025an de 47 hezar jin ji aliyê nêzîkên xwe ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora "Jinkujî di sala 2025an de" ya ku UN Women û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Narkotîk û Sûcan (UNODC) amade kirin, di 2025an de nêzî 47 hezar jin û keç ji aliyê hevjînên xwe an endamên malbatê ve hatin qetilkirin. Ev hejmar nêzî ji sedî 60ê 78 hezar jin û keçên ku di 2025an de li seranserê cîhanê bi qestî hatin kuştin e. Li parzemîna Amerîkayê û li Ewropayê, ji jinên ku ji aliyê hevjîn an endamên malbatê ve hatin qetilkirin, bi rêzê ji sedî 70 û ji sedî 63 ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin.
Di raporê de hat tekezkirin ku her çend çarçoveyên qanûnî yên li dijî jinkujiyê hatibin xurtkirin jî, li nêzî ji sedî 70ê welatên ku hatin vekolîn jin li gorî mêran di gihîştina edaletê de rastî astengiyên mezintir tên. Di nav sedemên sereke yên van astengiyan de qanûnên cudaxwaz, valahiya di navbera qanûn û pratîkê de, pêşdaraziyên saziyî û normên civakî yên ku gihîştina edaletê sînordar dikin hatin rêzkirin.
Di raporê de herwiha hat bibîrxistin ku jin û keç berî ku bên qetilkirin bi piranî rastî cureyên cuda yên şîdetê tên, dema destwerdan neyê kirin şîdet her ku diçe zêde dibe û di beşeke girîng a jinkujiyên belgekirî de jinan berê şîdeta ku jiyane ji rayedaran re ragihandibû.
Çavkanî: Evrensel
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Jin
Nûçeyên têkildar

24 mjd, 2026
Kampanyaya dîjîtal a TJAyê ji bo 25ê Mijdarê: #ÖzGüçÖzgürİradeŞimdiKadınZamanı
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Hatimoğulları: Aştî dê bi destê jinan ava bibe
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Li Çerkezköyê jinkujî: Nihal Çağlar ji aliyê xezûrê xwe ve hate qetilkirin
Bixwîne →
24 mjd, 2026
