Here binê naverokê

Demirtaş: Bêyî ku xwe bispêrî tu bahaneyê gotina "berî her tiştî aştî" helwesta herî bi rûmet e

Selahattin Demirtaş. Wêne: QAD-Barış Meydanı
Selahattin Demirtaş. Wêne: QAD-Barış Meydanı

Selahattin Demirtaş bêyî ku navê wî bide Özgür Özel ê ku ragihand ew ê di Komîsyona Şopandinê de cih negirin rexne kir: "Aştî jixwe di şert û mercên aştiyê de nayê xwestin."

2 xulek xwendin
Parve bike

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Nû Özgür Özel ragihand ku ew ê di Komîsyona Şopandinê ya ku dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê avakirin de cih negirin, bêyî ku navê wî bide bersiv da Özel. Demirtaş got: "Bêyî ku xwe bispêrî tu bahane û mazeretê gotina 'berî her tiştî aştî', berî her tiştî parastina canê zarokên me helwesta herî bi rûmet e."

Demirtaş ê girtî di parvekirineke ji hesabê xwe yê medyaya civakî de ev tişt gotin:

"Dema gund dişewitîn me çareseriya aştiyane dixwest. Dema li kolanan mirov ji pişta stûyê xwe dihatin gulebarankirin û her roj cenazeyên ciwanan radibûn jî me aştî dixwest. Dema li bajaran bombe diteqiyan û pêl bi pêl girtinên komî dihatin kirin jî me aştî diparast. Dema partiyên me dihatin girtin, mirov dihatin lêdan, gazkirin û li erdê dihatin kaşkirin jî me dev ji aştiyê bernedida. Ne di hucreyan de me dev ji parastina aştiyê berda, ne jî li meydanan.

Niha ku ewqas nêzî bêçekbûn û aştiyê bûne, yên ku dibêjin 'Lê li ser me operasyon tên kirin, hûn hê jî aştiyê dixwazin!' û rexne dikin divê bizanibin ku aştî jixwe di şert û mercên aştiyê de nayê xwestin. Di pêvajoyên aştiyê de ji bo gihîştina gaveke ku biçûk xuya dike jî keda pir mezin tê dayîn.

Neheqiyên hiqûqî hene, hetta pir in. Dîsa jî bêyî ku xwe bispêrî tu bahane û mazeretê gotina 'berî her tiştî aştî', berî her tiştî parastina canê zarokên me helwesta herî bi rûmet e.

Dûrketina ji her cure tevgerên ku dê rîtm û motîvasyona pêvajoyê xera bikin, li hember her dê û bavê ku zarokê wan di leşkeriyê de, di nobetê de, li çiyê ye û dilê wan bi xof e, mecbûriyeteke exlaqî ye.

Qonaxa ku em gihîştinê dîrokî ye, pir girîng e, hêvîbexş e. Werin em vê derfetê bi hev re bikin serkeftina aştiyê, paşê jî ji bo ku her tişt baştir bibe em hemû bi hev re xebatê berdewam bikin."

Özel çi gotibû?

Özgür Özel hefteya borî piştî hevdîtina bi Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş re ragihandibû ku ew ê di komîsyona ku dê bê avakirin de cih negirin û gotibû: "Rapor li wir e, komîsyon li wir e. Ji niha û pê ve yên ku bi tena serê xwe lîstika demokrasiyê dilîzin, bila fermo bikin û bilîzin."

Özel, ku îdîa kir desthilat dixwaze bi rêya muxalefetê meşrûiyetê bide gavên xwe, gotibû: "Muxalefeteke hilbijartî, ku hilbijartin qezenc kiriye, bi deh hezaran li kolanan li pey wê dimeşin û milyonan dicivîne meydanan, dê meşrûiyetê nede zemîna ku hûn lê ne."

Şêwirmendê sereke yê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli, Eyyüp Yıldız jî bang li Özel kiribû ku beşdarî komîsyonê bibe.

Çavkanî: Evrensel

Ev nivîs bi kêrî we hat?

Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.

Parve bike

Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce

Bişopîne

Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî

Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.

Piştgirî bide

Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne

Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.

Bulten

Nûçeyên sereke e-postayê

Heftane hilbijartin — spam tune.

Siyaset

Nûçeyên têkildar