Armoniya Jinan: “Her jin rîtmek e, her rîtm şoreşek e.”


Rîtm ne tenê muzîk e; hevsengî, rêzik û herikîna jiyanê ye. Ji bo min azadî, ne lihevkirina bi rîtma ku kesekî din diyar kiriye, lê afirandina rîtma xwe ye.
Jorîn PezkovîNivîskar“Her jin rîtmek e, her rîtm şoreşek e”
Di felsefeya vê dirûşmê de ez rîtmê ne tenê wek têgeheke muzîkî, wek têgeheke ku hevsengî, rêzik, berdewamî û herikîna jiyanê ya ji destpêkê heta dawiyê temsîl dike digirim dest. Ji ber ku rîtm, rêzikek e ku di tevahiya jiyanê de heye û her tiştî bi hev ve girê dide. Her jin jî di nava vê tevahiya mezin de rîtmeke xwe ya taybet hildigire.
Lê belê rîtm ne tenê lihevhatina bi rêzika heyî re, di nava wê de cihekî girtin an jî qebûlkirina tiştê ku li ser wê tê ferzkirin e. Carinan pirsiyarkirina wê rêzikê, derbaskirina sînorên wê, dîtina herikîn û dengê xwe ye. Ji ber vê yekê ez her rîtmê wek şoreşekê dibînim. Ji ber ku şoreş ne tenê guhertina rêzika heyî ye; nîşandana wêrekiya derketina ji wê rêzikê ye, ku mirov bikaribe hebûna xwe bi azadî ava bike. Diyarkirina deng, nasname û jiyana jinê ji aliyê wê bi xwe ve jî beşek ji vê serhildanê ye.
Têkoşîn, meş û têgihîştina azadiyê ya her jinê cuda ye; mîna ku her rîtm taybet e. Ji bo min azadî, ne lihevkirina bi rîtma ku kesekî din diyar kiriye, lê afirandina rîtma xwe ye. Ji ber vê yekê ev dirûşm ji bo min ne tenê çend peyv in; îfadeya ramanekê ye ku tê de rêzik, guherîn, berxwedan û azadî digihîjin hev.
Wêneyê bergê: Zahra Beyrati / Wikimedia Commons, CC BY-SA 4.0
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Jin
Nûçeyên têkildar

22 mjd, 2026
Çiğdem Kılıçgün Uçar: “Parastina me ya herî mezin têkoşîna me ya rêxistinkirî ye”
Bixwîne →
03 mjd, 2026
Li Fransayê Jin Ji 19ê Mijdarê Heta Dawiya Salê 'Belaş' Dê Bixebitin
Bixwîne →
23 cot, 2026
Festîvala Şehîd Bêrîtan a Mexmûrê di roja xwe ya duyem de: Semînerên Jineolojiyê û fînala voleybolê
Bixwîne →
20 mjd, 2026
