Here binê naverokê

Li Çerkezköyê jinkujî: Nihal Çağlar ji aliyê xezûrê xwe ve hate qetilkirin

Mehmet Çağlar ê ku Nihal Çağlar qetil kir, dema ji aliyê cendirmeyan ve tê birin. Wêne: DHA
Mehmet Çağlar ê ku Nihal Çağlar qetil kir, dema ji aliyê cendirmeyan ve tê birin. Wêne: DHA

Li navçeya Çerkezköyê ya Tekîrdaxê dayika sê zarokan Nihal Çağlar ji aliyê bavê hevjînê xwe Mehmet Çağlar ve bi kêran hate qetilkirin. Mehmet Çağlar xwe radestî cendirmeyan kir.

1 xulek xwendin
Parve bike

Li navçeya Çerkezköyê ya Tekîrdaxê jineke bi navê Nihal Çağlar ji aliyê bavê hevjînê xwe Mehmet Çağlar ve bi kêran hate qetilkirin.

Bûyer êvara 23yê Mijdarê li Taxa Kızılpınar a li Kolana Eren qewimî. Mehmet Çağlar bûka xwe Nihal Çağlar bi kêrê da ber derban. Nihal Çağlar a ku bi derbên kêrê bi giranî birîndar bû, li ser îxbara endamên din ên malbatê yên li malê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezköyê. Dayika sê zarokan Nihal Çağlar nehat rizgarkirin.

Mehmet Çağlar çû cem cendirmeyan û xwe radest kir. Çağlar piştî karûbarên li cendirmeyan hate şandin adliyeyê.

Qetilkirina Nihal Çağlar di êvara 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan de qewimî. Li gorî daneyên ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları di civîna komê de parve kirin, di 10 mehên pêşîn ên 2026an de 245 jin hatin qetilkirin; tenê di meha Cotmehê de 20 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û mirina 39 jinan wekî bi guman hat tomarkirin.

Çavkanî: Evrensel

Ev nivîs bi kêrî we hat?

Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.

Parve bike

Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce

Bişopîne

Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî

Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.

Piştgirî bide

Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne

Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.

Bulten

Nûçeyên sereke e-postayê

Heftane hilbijartin — spam tune.

Jin

Nûçeyên têkildar