Here binê naverokê
HEMÛ NÛÇE
Biryareke giran a dadgeha Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê: Hewlêr bang li meydanê dikeAyşegül Doğan bersiva îdiayên li ser Îmraliyê da: Maf wekî îmtiyaz tên pêşkêşkirinLi Taksîmê tevî qedexe û dorpêçê jin di 25ê Mijdarê de meşiyanTê xwestin navê Tahir Elçi li balafirgehê were zindîkirinGirtiya nexweşa penceşêrê ya qonaxa çaremîn Evîn Zapsu hat berdanLi Amedê jin di 25ê Mijdarê de bi dirûşma “Hevgirtina jinan dijîne” meşiyanBersiva hevpar a PDK û YNKê ji Bexdayê re: Binpêkirina mafên Herêma Kurdistanê xeta sor ePêşniyara lêkolînê ji Oznur Bartînê: Qetlîamên jinan û mirinên bi guman li ser rojeva Meclîsê neLi Taksîmê dorpêça 25ê Mijdarê: Qeymeqamiyê meş qedexe kir, jin saet 19.30an li Tunelê dicivinLi Gimgima Mûşê berxwedana li dijî JESê di roja 206an de ye: "Sedema tekane ya ku şirket nikare sondajê bike berxwedan e"Biryareke giran a dadgeha Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê: Hewlêr bang li meydanê dikeAyşegül Doğan bersiva îdiayên li ser Îmraliyê da: Maf wekî îmtiyaz tên pêşkêşkirinLi Taksîmê tevî qedexe û dorpêçê jin di 25ê Mijdarê de meşiyanTê xwestin navê Tahir Elçi li balafirgehê were zindîkirinGirtiya nexweşa penceşêrê ya qonaxa çaremîn Evîn Zapsu hat berdanLi Amedê jin di 25ê Mijdarê de bi dirûşma “Hevgirtina jinan dijîne” meşiyanBersiva hevpar a PDK û YNKê ji Bexdayê re: Binpêkirina mafên Herêma Kurdistanê xeta sor ePêşniyara lêkolînê ji Oznur Bartînê: Qetlîamên jinan û mirinên bi guman li ser rojeva Meclîsê neLi Taksîmê dorpêça 25ê Mijdarê: Qeymeqamiyê meş qedexe kir, jin saet 19.30an li Tunelê dicivinLi Gimgima Mûşê berxwedana li dijî JESê di roja 206an de ye: "Sedema tekane ya ku şirket nikare sondajê bike berxwedan e"

Pêşniyara lêkolînê ji Oznur Bartînê: Qetlîamên jinan û mirinên bi guman li ser rojeva Meclîsê ne

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, li TBMMê. Wêne: Evrensel
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn, li TBMMê. Wêne: Evrensel

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn ji bo lêkolîna qetlîamên jinan û mirinên bi guman ên jinan pêşniyar da Meclîsê. Di pêşniyarê de ronîkirina dosyayên Rojîn Kabaîş, Gulîstan Doku û Helîn Sirrî jî hat xwestin.

1 xulek xwendin
Parve bike

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartîn bi daxwaza lêkolîna qetlîamên jinan û mirinên bi guman ên jinan pêşniyara Lêkolîna Meclîsê da TBMMê. Di pêşniyarê de lêkolîna xebata mekanîzmayên polîs, dadwerî û xizmetên civakî û avakirina polîtîkayên pêşîlêgirtinê hat xwestin.

Hejmar alarmê didin

Di hincetên pêşniyarê de hat bibîrxistin ku li gorî rapora 2025an a Platforma Em ê Qetlîamên Jinan Rawestînin, 294 jin hatine qetilkirin, mirina 297 jinan wekî bi guman hatiye tomarkirin û herî kêm 23 jin tevî biryara parastinê hatine kuştin. Li gorî daneyên Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê jî di navbera 1ê Çile û 23ê Mijdara 2026an de 246 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina 109 jinan wekî bi guman hat tomarkirin.

Di hincetan de hat diyarkirin ku di navbera 2021-2025an de di çarçoveya Qanûna hejmar 6284an de 5 milyon û 464 hezar û 387 biryarên tedbîrên pêşîlêgirtinê û 72 hezar û 830 biryarên tedbîrên parastinê hatine dayîn, lê 69 hezar û 391 binpêkirinên tedbîran hatine tomarkirin.

Dosyayên li benda ronîkirinê

Di pêşniyarê de hat tekezkirin ku divê ji bilî dosyayên Hamîde Çiftçî û Hatûn Çiftçî yên li Colemêrgê û Helîn Sirrî ya 21 salî ya li Gewerê jiyana xwe ji dest da, dosyayên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku jî werin ronîkirin. Biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê jî hat rexnekirin û bal hat kişandin ser CEDAW û biryara Opuz/Tirkiye ya DMMEyê.

Bartînê xwest ku ji bo nirxandina qetlîamên jinan bi hemû aliyên wan, tespîtkirina berpirsiyariyên saziyan û nirxandina gihîştina jinan a kar û bicihbûna bi ewle û xizmetên piştgiriya giştî, Komîsyoneke Lêkolînê were avakirin.

Ev nivîs bi kêrî we hat?

Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.

Parve bike

Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce

Bişopîne

Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî

Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.

Piştgirî bide

Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne

Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.

Bulten

Nûçeyên sereke e-postayê

Heftane hilbijartin — spam tune.

Jin

Nûçeyên têkildar