Niha roja pirsînê ye!


Piştî zarokekî ku bi sêzdeh guleyan hate bêdengkirin, kîjan wijdan dikare rehet razê? Hûn dikarin bi biryarên xwe dosyayan bigirin; lê di bîra me de pirs hene ku nayên girtin.
NNujiyanNivîskarGer ne niha roja pirsînê be, wê kengê be?
Piştî zarokekî ku bi sêzdeh guleyan hate bêdengkirin, kîjan wijdan dikare rehet razê? Kîjan aqil, kîjan hiqûq, kîjan têgihîştina edaletê dikare vegere û vê pirsê ji xwe bike: Yê hatî kuştin kî bû, yê hatî tawanbarkirin kî bû, lê yê ku bi rastî divê hesab bide kî ye?
Dawî li jiyana zarokekî tê anîn. Piştre navê wî, nasnameya wî, tiştên ku jiyane û heta mirina wî jî tê nîqaşkirin. Gelo kes venagere û jiyana ku ji destê wî zarokî hate standin napirse?
Birêz Yargitay, ez dixwazim ji we bipirsim: Piştî biryareke ku we daye, we qet serê xwe danî ser balîfê û hûn bi wijdanê xwe re bi tenê man? Girtina dosyayekê, tê wateya ku êşa mirovekî jî bi dawî bûye? Hiqûq dikare bi biryarekê bi dawî bibe, lê pirsên wijdanê bi kîjan biryarê dikarin werin bêdengkirin?
Ma divê teror tenê di tiliya ku tetikê dikişîne de were lêgerîn? Lê em ê di wan de çi bigerin ku rastiyê vedişêrin, jiyana mirovan bêqîmet dikin û edaletê dikin makameke ku nayê pirsîn?
Ma kuştina zarokekî têr nekir? Hûn ê piştre jî bîranîna wî bi tawanbarkirinan birîndar bikin?
Ji bîr nekin; tu zihniyeta ku hewl dide rûmet, nasname û rastiyê ji destê mirov bigire, nikare ji wijdana dîrokê bireve.
Hêrsa me ne hêrsa jiyaneke ji bîrkirî ye, hêrsa wê rastiyê ye ku tê xwestin were jibîrkirin.
Em ê berdewam bipirsin. Ji ber ku eger em bêdeng bimînin, em ne tenê pişta xwe didin çîroka zarokekî, em pişta xwe didin wê jiyana ku sibê zarokên din jî dê bijîn.
Hûn dikarin bi biryarên xwe dosyayan bigirin. Lê di bîra me de pirs hene ku nayên girtin. Û ew pirs, heta ku edalet cihê xwe bibîne, dê dev ji we bernedin.
Wêneyê bergê: Peykera Kaniya Edaletê ya li Bernê / Wikimedia Commons, milkê giştî
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Siyaset
Nûçeyên têkildar

20 mjd, 2026
Neheqiyek, Çîroka Hevbeş a Civakekê ye
Bixwîne →
22 mjd, 2026
Uğur Kaymaz di sala 22yemîn de hate bibîranîn
Bixwîne →
20 mjd, 2026
Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê: Bihaya herî giran a krîzê li zarokan tê birîn
Bixwîne →
16 mjd, 2026
