Here binê naverokê

Jin li Mêrsînê meşiyan | Dilan Kunt Ayan: “Çi hat serê Rojîn Kabaiş? Gulistan Doku li ku ye?”

Jin li Mêrsînê meşiyan | Dilan Kunt Ayan: “Çi hat serê Rojîn Kabaiş? Gulistan Doku li ku ye?”

Jinan li Mêrsînê berî 25ê Mijdarê li dijî tundiya mêr û dewletê, qetlîamên jinan û bêcezatiyê meşiyan. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan: “Em bi hêrs in, em di serhildanê de ne. Tu tevgerên we yên tirsandinê nikarin me rawestînin.”

2 xulek xwendin
Parve bike

Jinan li Mêrsînê berî 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li dijî tundiya mêr û dewletê, qetlîamên jinan û polîtîkayên bêcezatiyê meşiyan. Di meşa ku pankarta “Bi Hêza Cewherî û Bi Îrada Azad – Niha Dema Jinê ye” tê de hate hilgirtin de, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan axivî û got: “Em bi hêrs in, em di serhildanê de ne. Tu tevgerên we yên tirsandinê nikarin me rawestînin.”

“Hûn dikarin Ayşe Gökkanê bigirin, şopînerên wê li vir in”

Kunt Ayan got ku tevgera jinên kurd ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo azadî û wekheviya hemû jinên Rojhilata Navîn têdikoşe û bedela wê dide. Kunt Ayan Ayşe Gökkan a ku ji ber têkoşîna azadiya jinan bi salan e girtî ye bi bîr xist û got: “Têkoşîna jinan di nav çar dîwaran de nayê bicihkirin. Hûn dikarin Ayşe Gökkanê bigirin, lê şopînerên wê li vir in.”

Kunt Ayan tekez kir ku tundiya dewletê jî jinan dikuje û akademîsyen, nivîskar û aktîvîst Nagihan Akarsel a ku di 2022an de li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe rastî suîqestê hat, bi bîr anî: “Em ê Nagihanê ji bîr nekin û nehêlin ji bîr bibe. Em ê têkoşîna wê ji her cihê ku em lê ne bilind bikin.”

“Çi hat serê Rojîn Kabaiş? Gulistan Doku li ku ye?”

Kunt Ayan got ku yek ji sedemên herî girîng ên kuştina jinan a her roj polîtîkaya bêcezatiyê ya desthilatdariyê ye û pirsî: “Çi hat serê Rojîn Kabaiş? Gulistan Doku li ku ye? Çi hat serê Îpek Er? Û bi hezaran jinên din… Heta ku polîtîkaya bêcezatiyê li vî welatî ranebe, her roj jineke din dê were kuştin.”

“Diya Özgecanê got ‘Bila ev bibe destpêkek’”

Kunt Ayan Özgecan Aslan a ku di 2015an de li Mêrsînê hate kuştin jî bi bîr xist: “Diya Özgecanê got ‘Bila ev bibe destpêkek, bila jin neyên kuştin.’ Rêxistinên jinan gotin bila qanûneke Özgecanê derkeve, dev ji kêmkirina ceza ya bi hincetê ‘tehrîka neheq’ berdin. Ji bo ku jineke din kêm nebe, em dev ji têkoşîna xwe, ji kolanan, ji qadan bernadin. Heta ku li vê erdnîgariyê jin neyên kuştin.”

Kunt Ayan da zanîn ku ew ê di 25ê Mijdarê de li qadan bin û got: “Li dijî polîtîkayên bêcezatiyê yên ku tundiya mêr xwedî dikin, li dijî dadweriya mêrsalar a ku jinan naparêze û li dijî tundiya dewletê em ne di şînê de, em di serhildanê de ne.”

Ev nivîs bi kêrî we hat?

Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.

Parve bike

Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce

Bişopîne

Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî

Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.

Piştgirî bide

Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne

Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.

Bulten

Nûçeyên sereke e-postayê

Heftane hilbijartin — spam tune.

Jin

Nûçeyên têkildar