Here binê naverokê

Dosyaya taybet

25ê Mijdarê: Tundiya li ser jinan û lêgerîna edaletê

Di deh mehên pêşîn ên 2026an de herî kêm 247 jin hatin kuştin, mirina 289 jinan bi guman e. Kuştina jinan, dozên bê ceza û têkoşîna jinan a ji bo edaletê: ji Gulîstan Doku heta Vesile Akın, ji dara bîrê ya Amedê heta îdamên li Îranê, dosyaya me ya 25ê Mijdarê.

Nûçe
16
Destpêk
06 hzr, 2026
Nûkirina dawî
20 mjd, 2026

Pêşveçûna dawî

Li Amedê ji bo jinên ku di du salên borî de hatin qetilkirin 'dara bîrê'

Jin · 20 mjd, 2026

Li Amedê ji bo jinên ku di du salên borî de hatin qetilkirin 'dara bîrê'

Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Şiddeta li ser Jinan de li Sûmerparkê 'dara bîrê' ava kir. Navên jinên ku di du salên borî de li bajêr hatin qetilkirin li darê hatin daliqandin. Sekreteriya Meclisa Jinan Rojda Çeçen destnîşan kir ku paşguhkirin jî beşek ji şiddetê ye.