DEM Partî ji yên li Veyselkaraniyê îstifa kirine re: Sifeta "hilbijartî" berdin


DEM Partiyê ragihand ku îstifaya Hevserokê Şaredariya Veyselkaraniyê ya Sêrtê Enes Cengiz û çar endamên meclîsê encama şantaja siyasî ye, xwest ku ew wezîfeyên xwe yên li şaredariyê jî berdin û lêborîn ji gel xwest.
DEM Partiyê li dijî îstifaya Hevserokê Şaredariya Veyselkaraniyê ya Sêrtê Enes Cengiz û çar endamên meclîsa şaredariyê ji partiyê bertek nîşan da. Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a partiyê bang li yên îstifa kirine kir ku ji wezîfeyên xwe yên li şaredariyê jî vekişin û ji ber ku ev kes namzed nîşan dane, lêborîn ji gelê Veyselkaraniyê xwest.
Hevserokê Şaredariyê Enes Cengiz û endamên meclîsê Orhan Çimen, Mehmet Baha Başak, Halis Güntaç û Ali Söyüncü di van rojan de bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku biryara îstifayê bêyî ku di bin tu zextê de bimînin bi îradeya xwe girtine û dê bi awayekî serbixwe berdewam bikin.
"Şaredarî destkeftiya gel e"
Di daxuyaniya Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ya 24ê Mijdarê de hat gotin: "Şaredariya Veyselkaraniyê yek ji destkeftiyên partiya me û gelê me ye. Di 31ê Adarê de gelê Veyselkaraniyê tercîha xwe ji bo partiya me bi kar anî û îradeya xwe nîşan da ku rêveberiya şaredariyê di destê partiya me de be." Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku yên vê îradeya gel paşguh dikin û şaredariyê wekî destkeftiya xwe ya kesane dibînin, di nav şaşiyeke mezin de ne.
Hat diyarkirin ku partî û desteyên têkildar ji hilbijartinan heta niha li kêleka hemû şaredarî û hilbijartiyan sekinîne û her dema ku hewce bûye piştgirî dane Şaredariya Veyselkaraniyê jî.
"Serî li ber şantajên siyasî tewandin"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li pişt îstifayan bandora derdorên derve heye:
"Her çend Enes Cengiz û çar endamên meclîsê di daxuyaniya xwe de gotibin ku rastî destwerdanên derve an zextên derdorên cuda nehatine jî, em dizanin ku sedema bingehîn a vê biryarê bandora derdorên derve ye. Enes Cengiz û çar endamên meclîsa şaredariyê yên bi wî re serî li ber şantajên siyasî tewandine û îradeya xwe radestî derdorên ku şantaja siyasî li wan kirine kirine."
"Em lêborînê ji gel dixwazin"
Desteyê bang li yên îstifa kirine kir: "Ji niha û pê ve li ber çavê gelê Veyselkaraniyê tu meşrûiyeta we nemaye. Wekî kesên ku serî li ber şantajên siyasî tewandine, tenê tiştê ku divê hûn bikin, îstifakirina ji sifeta 'hilbijartî' ya ku gel daye we û êdî dagirnekirina wan postan e."
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Em wekî DEM Partî û Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk, ji ber ku me ev pênc kes ji partiya xwe namzed nîşan dan, lêborînê ji gelê Veyselkaraniyê dixwazin. Ji îro û pê ve em soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî li dijî van kesan mezin bikin."
Çavkanî: Siirt Haberci, Artı Gerçek
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Siyaset
Nûçeyên têkildar

24 mjd, 2026
Koçyiğit: Berî pîrozbahiyê, mamoste hewceyî çareseriyê ne
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Öcalan: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi hiqûqa demokratîk û siyaseta azad e
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Dema pêvajoya aştiyê berdewam e, cenazeyên girtiyên siyasî ji girtîgehê derdikevin
Bixwîne →
22 mjd, 2026
