Li Îzmîrê operasyon li derdorên sosyalîst: 23 binçavkirin


Li Îzmîrê di çarçoveya du lêpirsînan de li malan operasyon hatin kirin û 23 kes hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de endamên deh rêxistinên çep û sosyalîst hene. Gumanbar li Midûriyeta Ewlehiya Parêzgeha Îzmîrê tên girtin.
Haber Merkezi1 xulek xwendin12 xwendinLi Îzmîrê di çarçoveya du lêpirsînên cuda de li malan operasyon hatin kirin û 23 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên li emniyetê tên girtin de endamên Kaldıraç Hareketi, Özgür Üniversite Hareketi, Sosyalist Mücadele İnisiyatifi, Gençlik Devirecek, Partizan, Yeni Demokrat Gençlik, Mücadele Birliği, Devrimci Öğrenci Birliği, Öğrenci Kolektifleri û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst hene.
Beşek ji binçavkirinan li dijî kesên ku tê îdîakirin beşdarî bibîranîna salvegera kuştina Îbrahîm Kaypakkaya bûne, hatiye kirin. Li van kesan tawanbarkirina "propagandaya rêxistinê" hatiye barkirin. Kesên mayî jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin.
Di çarçoveya heman dosyayê de li Stenbolê jî li malan operasyon hatin kirin. Hat diyarkirin ku endamên Mücadele Birliği û Devrimci Öğrenci Birliği yên li Stenbolê hatin binçavkirin, dê bên anîn Îzmîrê.
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Rojane




