Dicle Müftüoğlu: Li Rojava di entegrasyonê de pêşketina leşkerî heye, di warê îdarî û perwerdeyê de krîz heye


Rojnamegera Dicle Müftüoğlu got ku di pêvajoya entegrasyonê de hikûmeta demkî pergala hevserokatiyê nas nake û Kurdiya ku wek zimanê fermî hatiye qebûlkirin, bi pêşniyara Tirkiyeyê daxistine dersa bijarte ya sê saetan.
Rojnamegera Dicle Müftüoğlu got ku di pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê de di warê leşkerî de pêşketin çêbûye, lê di warên îdarî û perwerdeyê de krîzên cidî hene. Müftüoğlu ku li herêmê çavdêrî kiribû, di bernameya “Rojeva Xweser” (Özerk Gündem) a ku li ser Medya Haber TVyê hate weşandin de axivî.
“Di warê leşkerî de li gelek xalan li hev hatin”
Müftüoğlu li gorî agahiyên ji berpirsan wergirtine got ku di warê leşkerî de li gelek xalên entegrasyonê li hev hatine û pêşketin çêbûye. Wê got: “Lê hem di warê îdarî de hem jî di warê perwerdeyê de tabloyek heye ku em dikarin jê re bibêjin krîz.”
Pergala hevserokatiyê nayê naskirin
Müftüoğlu da zanîn ku serê pirsgirêka îdarî nenaskirina vîna jinê ye û got: “Ji aliyê îdarî ve jixwe rastiyeke hikûmeteke demkî heye ku vîna jinê nas nake.” Wê diyar kir ku li herêmê ji meclîsên taxan heta rêveberiya bajêr di hemû saziyan de heta niha pergala hevserokatiyê dihate meşandin, lê di vê qonaxê de ev nayê dîtin: “Heke walîyek hatibe tayînkirin, an jin an mêr e; ew rewşa wekheviyê tune.”
Li gorî ku Müftüoğlu vegotiye, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ku heke serok mêr be, wan hewl daye ku yek ji alîkarên wî jin be û ev jî piştî nîqaşên dijwar pêk hatiye. Müftüoğlu tekez kir ku ev rewş ji aliyê têkoşîna bi salan û paradîgmayê ve kêmasiyan dihewîne.
“Kurdiya ku wek zimanê fermî hatiye qebûlkirin, daxistin dersa bijarte ya sê saetan”
Müftüoğlu got ku krîza di warê perwerdeyê de “gelekî cidî” ye û bi bîr xist ku di xalên peymana 29ê Çile de naskirina Kurdî wek zimanê fermî heye: “Lê îro em dibînin ku ev zimanê ku wek zimanê fermî hatiye qebûlkirin, di warê perwerdeyê de daxistine dersa bijarte ya sê saetan.”
Müftüoğlu got ku di entegrasyona zanîngehan de jî girêdana hin beşan bi zanîngehên hikûmeta navendî re di rojevê de ye û xwendekar ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê çalakiyên xwe didomînin. Wê anî ziman ku xwendekaran diyar kirine ku ew ê vî mafî “heta dawiyê biparêzin” û li benda têkoşîneke dirêj e.
Müftüoğlu da zanîn ku di perwerdeya seretayî û navîn de îsal bi pergala kevn tê domandin û sala bê dê derbasbûn çêbibe; wê bal kişand ser wê yekê ku derbasbûna zarokên bi Kurdî perwerde dibînin bo perwerdeya bi Erebî, ji ber cudahiyên di navbera her du alfabeyan de dê zehmetiyên cidî derxe holê.
“Bi pêşniyara Tirkiyeyê li genelgeyê hate zêdekirin”
Müftüoğlu vegot ku hin berpirsan diyar kirine ku li pişt rêkxistina dersa bijarte Tirkiye heye û got: “Di pergala Tirkiyeyê de di perwerdeya seretayî û navîn de Kurdî wek dersa bijarte heye. Niha bi pêşniyara Tirkiyeyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jî hevokeke wiha li genelgeya xwe zêde kiriye û li şûna perwerdeya bi zimanê dayikê, hewl dide wê wek dersa bijarte, mîna zimanekî ku ew ê ji derve hîn bibin, pêşkêşî zarokan bike.”
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Kurdistan
Nûçeyên têkildar

27 cot, 2026
Komîteya Koçberan a Girê Spî bang li hevrêziyê dike
Bixwîne →
23 trm, 2026
Hozan Serhed û Şehîdên Şoreşa Rojava li Maxmurê hatin bîranîn.
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Bermahiyên mirovan ên li Şikefta Ecnebî ya Farqînê hatin dîtin ketin rojeva Meclîsê
Bixwîne →
24 mjd, 2026
