Bermahiyên mirovan ên li Şikefta Ecnebî ya Farqînê hatin dîtin ketin rojeva Meclîsê


Ji bo bermahiyên mirovan ên li Şikefta Ecnebî ya li Farqîna (Silvan) Amedê hatin dîtin, ku di nav wan de serikên zarokan jî hene, Ceylan Akça Cupolo ji DEM Partiyê pêşniyara lêkolînê û Sümeyye Boz pêşniyara pirsê dan.
Dîtina bermahiyên mirovan li Şikefta Ecnebî ya li navçeya Farqîna (Silvan) Amedê ket rojeva Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM). Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo, ji bo lêkolîna bermahiyên li şikeftê û îdîayên din ên gorên komî yên ku çarenûsa wan nediyar maye, pêşniyara lêkolîna Meclîsê da. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sümeyye Boz jî mijar bi pêşniyara pirsê, da ku Wezîrê Dadê Akın Gürlek bersiv bide, bir Meclîsê.
Di sê qatan de ji 15-20î zêdetir serikên mirovan
Di pêşniyaran de hat bibîrxistin ku li ser îxbareke ku ji Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re hatibû kirin, heyeteke ji nûnerên ÎHD, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (ÖHD) di 19ê Mijdara 2026an de li şikefta ku li qada gundewarî ya di navbera taxên Boşat (Boyunlu) û Çîçikayê (Ormandışı) de ye, lêkolîn kiriye. Ajansa Mezopotamyayê jî bi heyetê re bû.
Li gorî hinceta pêşniyara Cupoloyê, di sê qatên cuda yên şikeftê de ji 15-20î zêdetir serik û bermahiyên hestiyan hatin dîtin. Di nav wan de serikên ku tê texmînkirin ên zarokan in jî hene; li ser hin serikan şopên guleyan, li hin hestiyan jî şikestin û perçebûn hatin dîtin. Hat diyarkirin ku li şikeftê kevirên ku ji ber agir an teqemeniyê reş bûne, şopên şewatê li hestiyên derdorê û qutiyeke kolayê ya ku deforme nebûye hatine dîtin, lê tu perçeyên cilan nehatine dîtin.
ÎHD Şaxa Amedê, Baroya Amedê û ÖHD Şaxa Amedê di 23ê Mijdara 2026an de serî li Dozgeriya Komarê ya Farqînê dan û gilî kirin.
"Girêdana wê bi kuştinên kujernediyar ên salên 1990î re bê lêkolînkirin"
Cupolo di pêşniyarê de rapora ÎHD Şaxa Amedê ya ku li gorî rojanekirina 2014an 348 gorên komî yên li 25 bajarên Tirkiyeyê belavbûyî û 4 hezar û 201 kesên ku tê îdîakirin di van goran de ne tomar dike, bi bîr xist û bal kişand ser îdîayên gorên komî yên ku berê li Farqînê derketibûn holê.
Cupolo xwest ku nasname û sedemên mirina kesan li gorî standardên navneteweyî û Protokola Minnesotayê bên tespîtkirin, girêdana bermahiyan bi kuştinên kujernediyar ên salên 1990î re bê lêkolînkirin, îdîayên din ên gorên komî bên vekolîn û kêmasiyên di lêpirsînan de bên rakirin.
11 pirs ji Boz bo Wezîr Gürlek
Sümeyye Boz jî di pêşniyara xwe de bûyerên windakirina bi zorê, kuştinên kujernediyar û îdamên derveyî dadgehê yên salên 1990î yên li herêmê bi bîr xist. Boz diyar kir ku divê cihê bûyerê bê parastin, delîl bên berhevkirin, nasname bên tespîtkirin, berpirsiyar bên diyarkirin û mafên malbatên windayan bên misogerkirin û ev pirs ji Wezîr Gürlek kirin:
- Li ser giliyê lêpirsîn hat destpêkirin? Heta niha kîjan kar hatin kirin?
- Şikeft hat parastin? Ji bo ku delîl winda nebin, xera nebin û neyên veşartin kîjan tedbîr hatin girtin?
- Dê li hemû şikeftê bi beşdariya pisporên tibê dadwerî yên serbixwe û li gorî standardên navneteweyî û Protokola Minnesotayê lêkolîn bê kirin?
- Bermahî yên çend kesan in; nasname, temen, dîroka mirinê û sedemên mirina wan dê çawa bên tespîtkirin?
- Dê bê lêkolînkirin ka şikeft berê ji bo windakirina bi zorê û îdamên derveyî dadgehê hatiye bikaranîn an na; arşîvên leşkerî, îdarî û îstîxbaratê, qeydên binçavkirinê û belgeyên operasyonan dê bên vekolîn?
- Dê berpirsiyariya muhtemel a karmendên dewletê, zincîra fermanê û îhtîmala veşartina delîlan bê lêkolînkirin?
- Ji sala 1990î heta niha li Farqînê derbarê windakirina bi zorê û kuştinên kujernediyar de çend lêpirsîn hatin meşandin; çend ji wan bûn doz, di çendan de cezakirin û di çendan de biryara neşopandinê hat dayîn?
- Wezaret xwedî envantereke rojane ya gorên komî yên herêmê ye? Heta niha çend gorên komî hatin vekirin, nasnameya çend kesan hat tespîtkirin û çend term radestî malbatên wan hatin kirin?
- Dê beşdariya malbatên windayan di pêvajoya naskirinê de çawa bê misogerkirin; dê ji malbatan bi dilxwazî nimûneyên DNAyê bên girtin?
- Ji bo radestkirina termên ji malbatan re, binaxkirina li gorî rûmeta mirovan û baweriyan, gihîştina malbatan bi goran û mafê şînê kîjan rêkxistin tên plankirin?
- Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ji bo ronîkirina windakirinên bi zorê, kuştinên kujernediyar û gorên komî, rûbirûbûna bi binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên berê û bidawîkirina bêcezakirinê amadekariyeke qanûnî heye?
Ev nivîs bi kêrî we hat?
Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.
Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce
Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî
Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.
Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne
Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.
Bulten
Nûçeyên sereke e-postayê
Heftane hilbijartin — spam tune.
Kurdistan
Nûçeyên têkildar

24 mjd, 2026
Bexda dixwaze deriyên sînor û qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê bixe bin kontrola xwe
Bixwîne →
24 mjd, 2026
Gerîlayên PKK'ê: 'Çi dibe bila bibe em ê li mîrata PKK'ê xwedî derkevin'
Bixwîne →
23 mjd, 2026
Lîstika Gaziantep FK – Amedspor kengî ye, saet çend e, li kîjan kanalê ye?
Bixwîne →
22 mjd, 2026
