Here binê naverokê

Gerîlayên PKK'ê: 'Çi dibe bila bibe em ê li mîrata PKK'ê xwedî derkevin'

Gerîlaya YJA-Starê Şîlan Amara û gerîlayê HPGê Tîrêj Şêrîn. Wêne: ANF
Gerîlaya YJA-Starê Şîlan Amara û gerîlayê HPGê Tîrêj Şêrîn. Wêne: ANF

Di 48. salvegera damezrandina PKK'ê de gerîlayên HPG û YJA-Star ji ANF'ê re axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku tevî fesandina PKK'ê, ew ê wekî tevgera Apocî berxwedanê bidomînin û li mîrata PKK'ê xwedî derkevin.

2 xulek xwendin
Parve bike

Gerîlayê HPG'ê Tîrêj Şêrîn û gerîlaya YJA-Star Şîlan Amara bi boneya 48. salvegera damezrandina PKK'ê nirxandinên xwe ji ANF'ê re kirin. Gerîlayan destnîşan kirin ku PKK di 27 Mijdar 1978'an de li gundê Fis a girêdayî navçeya Lice ya Amedê, bi bîranîna şehîd Haki Karer hate damezrandin û gotin ew ê li mîrata ku tevgerê hiştiye xwedî derkevin.

Gerîlaya YJA-Star Şîlan Amara got ku damezrandina PKK'ê gelê Kurd dîsa rakir ser piyan. Amara da zanîn: "Heval Haki bû bingeha berxwedana me, partiya me PKK bû bingeha damezrandinê. Ev roj roja ji nû ve jidayikbûnê ye." Amara diyar kir ku îro bi milyonan kes li pey vê dozê dimeşin û PKK hebûna gel temsîl dike.

Amara ragihand ku li gor pêwîstiyên pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk PKK hate fesandin û li gor mercên Rojhilata Navîn Rêberiyê biryara fesandina partiyê daye. Amara got ku beriya PKK'ê tevger avahiyeke Apocî bû, di destpêkê de komeke Apocî bû û paşê veguherî tevgera PKK'ê. Amara wiha got: "Berî her tiştî em Apocî ne, em li ser bingeha mîrat, raman û felsefeya Apocî berxwedana xwe didomînin."

Amara destnîşan kir ku îro li meclîsan maf tê axaftin, ev bi saya PKK'ê ye. Amara got ku şehîdên PKK'ê jiyana azad bi destên xwe ava kirin û bi pratîka fedayî berxwedan bilind kirin. Amara got: "Me 35 hezar şehîd dan û ev şehîd nirxên vê tevgerê ne. Bi dayîna van bedelên giran em gihîştin îro." Amara her wiha got: "Çi dibe bila bibe em ê li mîrata ku PKK'ê hiştiye xwedî derkevin. Îro em bi navê tevgera Apocî berxwedanê didomînin. Em ê vê mîratê û vê alayê heta dawiyê bilind bikin."

Gerîlayê HPG'ê Tîrêj Şêrîn jî got ku 27 Mijdar ji bo gelê Kurd girîngiyeke mezin heye. Şêrîn got ku ew 48. salvegera PKK'ê li hemû gel, malbatên şehîdan û Serok Apo pîroz dike. Şêrîn diyar kir ku PKK bi damezrandina xwe li gelê Kurd û Kurdistanê xwedî derket û li cîhanê hebûna Kurdan qebûl kir û got: "PKK ji bo me ruh, jiyan û felsefeya jiyanê ye."

Şêrîn ragihand ku bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê re PKK wek partiyek hate fesandin û dibe ku awayê xebatê û rewşa siyasî ya wek rêxistinê hatibe fesandin. Şêrîn teqez kir ku ev nayê wateya ku ji berxwedana Apocî hatine dûrxistin û got: "PKK hate fesandin, lê berxwedan didome. Armanc û mebestên me hene. Bi PKK'ê re mîratek hate avakirin. Şehîdên me hene, 50 hezar şehîdên me hene. Ramanek heye. Rêbaz û awayan diguherin, lê berxwedan didome."

Şêrîn got ku PKK bi armanca zindîkirina bîranîna şehîdan hate damezrandin û ew ê şehîdan ji bîr nekin û erkên xwe bi cih bînin. Şêrîn got ku Rêber Apo dema behsa şehîdan dike her tim dibêje "Jibîrkirin xiyanet e" û wiha domand: "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were garantîkirin, gelê me yê Kurdistanê azad bibe û hêstirên dayikan biwestin, em ê ji bo bîranîna şehîdan û tolhildana wan berxwedanê bidomînin."

Çavkanî: ANF

Ev nivîs bi kêrî we hat?

Bi hevalên xwe re parve bikin. Şaşiyek dît? Ji me re binivîse.

Parve bike

Li Instagramê me bişopîneNûçeyên rojê bi vîdeoyên kurt: @berxwedannuce

Bişopîne

Rojnamegeriya serbixwe bi piştgiriya we dijî

Ne patron, ne jî reklama siyasî. Piştgiriya we ya biçûk jî nûçeyên ku kes nabêje berdewam dike.

Piştgirî bide

Nûçeyan yekser li ser Telegramê bistîne

Her êvar kurteya rojê jî tê kanalê.

Bulten

Nûçeyên sereke e-postayê

Heftane hilbijartin — spam tune.

Kurdistan

Nûçeyên têkildar