82 Xelatgirên Nobelê Banga Serok Apo ji Konseya Ewropayê re dikin
Cîhan

82 Xelatgirên Nobelê Banga Serok Apo ji Konseya Ewropayê re dikin

82 Xelatgirên Nobelê, di bangeweriya xwe ya nû ya ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re, daxwaz kirin ku ji bo bicihanîna "mefa hêviyê" ya li ser Rêber Apo gavên berbiçav bên avêtin.

Niviskar: Haber Merkezi09.06.2026

82 kesên Xelatgirên Nobelê, nameyeke nû ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin. Di nameyê de, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 2014’an a li ser Rêber Apo û garantîkirina “mafê hêviyê” ji bo cezayên hepsê yên muebbed ên giran hat xwestin.

Ev bang, bangawaziya sêyem a kesên Xelatgirên Nobelê bû di sê salên dawî de ji Komîteya Wezîran re. Di nameyên berê de jî bal kişandibûn ser şertên tecrîdê yên giran ên Rêber Apo, piştgirî dabûn “Bangewaziya Aştî û Civaka Demokratîk” û xwestibûn ku mafên wî yên qanûnî, di nav de “mafê hêviyê” jî, bên nasîn.

Ev bang, li pêşiya civîna Komîteya Wezîran a ku tê de mijara mafê hêviyê ya Rêber Apo jî dê were nîqaşkirin, hat.

RÊBER APO AKTORÊ KILÎDÎ YÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ YE

Kesên Xelatgirên Nobelê, di nameya xwe ya dawî de tekez kirin ku Rêber Apo yek ji destpêkerên bingehîn ên pêvajoya aştiyê ya heyî li Tirkiyeyê ye. Di nameyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo herêma Rojhilata Navîn a berfireh jî dengekî girîng ê aştiyê ye.

Hate diyarkirin ku di demekê de ku pevçûn li Rojhilata Navîn her ku diçe kûrtir dibin, helwesta israrkar a Rêber Apo ya li ser diyalog û çareseriya demokratîk roleke avaker dilîze. Kesên Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku ev nêzîkatî civak û rêxistinên Kurd ber bi rêyên çareseriyê yên aştiyane ve birine.

Di nameyê de hate diyarkirin ku bandora Rêber Apo ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibe û di herêmên Kurd ên Sûriye û Îranê de jî prensîbên kêmkirina tansiyonê, xurtkirina beşdariya demokratîk û çareseriya siyasî bandordar in.

AGIRBESTA PKK’YÊ Û GAVÊN BIDAWÎANÎNA TÊKOŞÎNA ÇEKÎ HAT BÎRANÎN

Kesên Xelatgirên Nobelê, bal kişandin ser pêşketinên somut ên di sala dawî de. Di nameyê de, agirbesta aliyekî ya PKK’yê ya ku di sala 2025’an de hatibû ragihandin, guhertinên rêxistinî yên piştî wê û gavên ji bo bidawîanîna têkoşîna çekî hatin bîranîn.

Di nameyê de hate diyarkirin ku van pêşketinan îradeyeke berfirehtir a aştî û jiyana hevpar nîşan didin û hate tekez kirin ku van gavan bi prensîbên Xelata Nobelê ya Aştiyê re jî li hev in.

Kesên Xelatgirên Nobelê, behsa pêşketinên sazûmanî yên li Tirkiyeyê jî kirin. Hate diyarkirin ku damezrandina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de û têkiliya wê ya rasterast bi Rêber Apo re pêşketineke girîng e.

Di nameyê de, tevî vê yekê, hişyarî hate dayîn ku çarçoveya “têkoşîna li dijî terorê” ya heyî berdewam dike ku li pêşiya pêvajoyeke watedar a diyalog û lihewkirina civakî bibe asteng.

BANGA GAVEKE SOMUT A JI BO “MAFÊ HÊVIYÊ”

Kesên Xelatgirên Nobelê, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwestin ku ji bo bicihanîna biryara AİHM’ê ya sala 2014’an gavên somut bavêjin. Di nameyê de hate diyarkirin ku bicihanîna “mafê hêviyê” ya li ser cezayên hepsê yên muebbed ên giran, ji bo zelalkirina statuya qanûnî ya Rêber Apo û beşdarbûna wî ya watedar di pêvajoya aştiyê de gaveke bingehîn e.

Di nameyê de her wiha hate xwestin ku Rêber Apo bê berdan û were misogerkirin ku ew bi awayekî tam, bêsînor û azad beşdarî hewldanên aştiyê yên domdar bibe.

Kesên Xelatgirên Nobelê diyar kirin ku tevlîbûna domdar û bihêz a civaka navneteweyî di pêvajoyê de ji bo piştgirîkirina pêşketina demokratîk û bêbandorkirina destwerdanên aktorên ku dixwazin pêvajoya çareseriya aştiyane sabote bikin, krîtîk e.

Name bi van gotinan bi dawî bû: “Di vê gava krîtîk de, cîhan bi lez û bez hewcedarê rêberên pabendî aştiyê ye.”